Li Qilaban û Silopiyê 6 kes hatin binçavkirin

Li Qilaban û Silopiyê 6 kes hatin binçavkirin

Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê û Silopiyê di serdegirtina malan de di nav de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sêgirkê Faysal Babat jî heyî 6 kes hatin binçavkirin.

Li bajaroka Sêgirkê ya navçeya Qilabanê ya Şirnexê leşkeran di ser gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de Serokê Rêxistina BDP'ê yê Sêgirkê Faysal Babat, Diyar û Omer Karar yên birayên hev hatin binçavkirin. Sedema binçavkirinan nehate zanîn û hate hînbûn ku lêgerîna gelek kesan jî heye.

Li navçeya Silopiyê jî polîsan li taxên Cûmhûriyet, Başak û Cûdî di ser gelek malan de girt. Di serdagirtina malan de Îsmaîl Şavluk, Egîd Alpkaya û kesekî din ên navê wî nehate zanîn hatin binçavkirin. Piştî lêgerîna malan 3 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Silopiyê.