Li Qersê nêzî 40 xwendekar hatin binçavkirin

Li Qersê nêzî 40 xwendekar hatin binçavkirin

Li Zanîngeha Kafkas a Qersê nêzî 40 xwendekarên kurd ku êrîşên nijadperestên Tirk ên li hemberî xwe şermezar kirin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Zanîngeha Kafkas a Qersê komek xwendekarên kurd di saetên êvarê de dema ji zanîngehê derketin, ji bo êrîşên nijadperestên Tirk ên di demê dawî de li hemberî wan zêde dibe şermezar bikin xwestin meşekê pêk bînin.

Xwendekarên kurd ên xwestin meşê pêk bînin rastî mudaxaleya polîsan a bi bombeyên gazê û ava şit hatin. Polîsan di muaxaleyê de nêzî 40 xwendekarên kurd ên welatparêz binçavkirin. Xwendekarên ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Qersê.