Li Qendîlê tecrîda li ser Ocalan hat protestokirin

Li Qendîlê tecrîda li ser Ocalan hat protestokirin

Li devera Balayan a Qendîla Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û hat xwestin tecrîd di demeke zû de bê rakirin.

Di daxuyaniya çapemeniya ya li ber posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên KCK’ê ya li gundê Mewnanê pêk hat de şêniyên gund beşdar bûn.

Daxuyaniya ji aliyê Tevgera Hemwelatiyên Azad ve hatibû amadekirin ji aliyê Gerzan Ehmed ve hat xwentin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta niha tevgera azadiya Kurdan gelek caran agirbestên yek alî ragihandine, lê belê dewleta Tirk bi şer û tundiyê bersiv dane û hikûmeta AKP’ê dixwaze vîna Kurdan bişkîne.

Di berdewama daxuyaniyê de hat gotin ku 13 sal in Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di tecrîda li Îmraliyê de tê ragirtin û herî dawî ev saleke hevdîtin bi malbat û parêzerên xwe re pêk neaniye.

Her wiha, hat diyarkirin ku li hemberî tecrîdê Ocalan bi têkoşîn û berxwedana xwe zextên hikûmeta AKP’ê têk biriye û hat gotin; “Em weke gelê Qendîlê, hemû êrîşên li ser Rêberê me û gelê Kurd şermezar dikin”. Gelê Qendîlê banga xurtkirina berxewdanê kirin û xwestin tecrîd di demek zû de bi dawî bibe.

Daxuyaniya çapemeniyê bi dirûşimên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.