Hat ragihandin ku li Qamişloyê xeta telefon û înternetê yên derve û hundir bi temamî hatine qutkirin.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, li bajarê Qamişloyê îro ji danê nîvro ve hemû xetên înternet û telefon hatine qutkirin.
Hêjayê gotinê ye ku îro li gelek bajarên Rojavayê Kurdistanê dê meş û xwepêşandanên girseyî bên lidarxistin.