Li Qabilcewzê qetlîema daristana ji sedan hektarî
Li navçeya Êlih Qabilcewzê, bi destûra birîna daran ku Midûriyeta Daîreya Daristanê da mutehîtan re, darên berû yên ji sedan hektarî hatin birîn.
Li navçeya Êlih Qabilcewzê, bi destûra birîna daran ku Midûriyeta Daîreya Daristanê da mutehîtan re, darên berû yên ji sedan hektarî hatin birîn.
Li navçeya Êlih Qabilcewzê, bi destûra birîna daran ku Midûriyeta Daîreya Daristanê da mutehîtan re, darên berû yên ji sedan hektarî hatin tinekirin. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'yî Selîm Alatemûr nerazîbûn nîşanî rewşê da û li dijî qetlîema xwezayê ya dewlet li erdnîgariya Kurdistanê dike, banga têkoşînê kir.
Li navçeya Êlih Qabilcewzê, ku ji salên 1990'î û vir ve pêkanînên rewşa awarte yên dewleta Tirk lê kêm nabin, beriya bicihanîna projeyên bendavê dairstana ji sedan hektarî ya ji dara berû, hat birîn. Daristana ji dara berû ya li gundê Helîs û derdora wê, bi destûra Midûriyeta Daîreya Daristanan a Êlihê da mutehîtan re, tê qetilkirin. Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr ê DBP'yî Selîm Alatemûr diyar kir ku xwezaya Kurdistanê pêşkêşî kapîtalîzmê tê kirin û got, "Midûriyeta Daîreya Daristanê, destûra birîna daran da mutehîtên bi daxwaznameyê serlêdan kirin. Tevî dijderketina gundiyan jî darên berû yên li daristana ji sedan hektarî ya li derdora gundê Helîsê, mixabin hatine birîn. Yên ev îhale wergirtine û Midûriyeta Daîreya Daristanê yê destûra birîna daran daye, mora xwe avêtine binê qetlîema xwezayê. Di salên 1990'î de bi hinceta rewşa şer, li herêma me bi hezaran hektar daristan hat şewitandin. Niha jî bi destê mutehîtan xwezaya me tê qetilkirin. Balkêş e, li herêmên dar lê tên birîn, mîna pêkanînên rewşa awarte, li ser rê panzer hene. Qabilcewz ji aliyekî ve bi gefên bendavê re rû bi rû ye, li aliyê din jî daristanên wê tên qetilkirin. Em dixwazin bêjin ku di vê mijarê de em ê li dijî qetlîema daristanan têbikoşin."
'GEL JI BER ZEXTAN LI PÊŞBERÎ QETLÎEMA XWEZAYÊ DENGÊ XWE DERNAXÎNE'
Aslan Aksak jî nerazîbûn nîşanî birîna daran da û anî ziman ku ji ber zextên li gel tê kirin, gel nikare dengê xwe li dijî vê qetlîeama ku 30 sal in dewam dike, bilind bike. Aksak got, "Bi hinceta ewlekariyê li quntarên Çiyayê Metero ku gundê me lê ye, hema bêjin qet dar nehiştine. Ji destê wan bê ew ê werin darên di dehl û rezên me de jî bibirin."