Li Pirsûsê mamaya bebekan qediya
Hate diyar kirin ku mamaya bebekan û şîrê bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê dimîne, qediyaye.
Hate diyar kirin ku mamaya bebekan û şîrê bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê dimîne, qediyaye.
Hate diyar kirin ku mamaya bebekan û şîrê bi hezaran zarokên Kobanê yên li Pirsûsê dimînin, qediyaye. Kesên li navçeyê bi dildarî xebatê dimeşînin diyar kirin ku kampanyaya ‘Dema we ji zarokên xwe re girt, ji zarokên Kobanê re jî şîr û mamayekê bikirin’ didome û got ku divê her kesê bi hestiyar tevlî vê kampanyayê bibin.
Bi êrîşên DAIŞ’ê re nêzî 190 hezar malbatên Kobanê hatin Pirsûsê û ji sedî 40 wan zarok in. Ji sedî 60 jî piranî ji jinan pêk tê. Ji ber vê yekê jî hewcedariya rojane ya jin û zarokan dertê holê. Kampanyaya ‘Dema hûn ji zarokên xwe re dikirin ji zarokên Kobanê re jî şîr û mameyekê bikirin’ didome û li Pirsûsê hewcedariyên rojane yên jin û zarokan li ber qedandinê ye. Bi deh hezaran jin û zarokên Kobaniyî ku li konbajarên Kader Ortakaya, Arîn Mîrxan, Suphî Nejat Agirnasli, Kobanê, Rojava û Şehîd Gelhat dijîn li benda alîkariyê ne. Kesên li Pirsûsê bi dildarî xebatan dimeşînin jî diyar kirin ku mamaya bebekan, şîr û paçên zarok û jinan qediyane û banga hestiyê li her kesî kirin. Asli Saraç ku endama ÎHD’a Enqereyê ye û li Pirsûsê bi dildarî di depoya alîkariyê de dixebite, diyar kir ku divê her kes destê alîkariyê dirêjî Kobaniyên li ber serketinê ne bike.
Saraç bi lêv kir ku herî zêde hewcedariya mamaya bebekan dertê holê û got: “Bi taybet hewcedarî bi mamaya numaraye 1-2-3-4 a bebekan heye. Niha ev li depoyan qediyaye. Hewcedariyên lezgîn in. Li konbajar û gundan bi hezaran zarok hene. Hejmara wan roj bi roj zêde dibe. Yên ji bajarên din koç kirine hene. Li ser vî esasî hewcedariya me ya herî mezin mama û şîr e. Her wiha hewcedarî bi paçê jin û zarokan û xwarina taştê heye.”