NÛ BÛ

Li Pîranî li dijî Qereqola Jendermeyan û Emniyetê çalakî

Li hember Qereqola Jendermeyan a li navçeya Pîran a Amedê çalakiya bombeyî hate lidarxistin. Tê ragihandin ku teqîn pir dijwar e û ji tevahî navçeyê tê bihîstin.

Li hember Qereqola Jendermeyan a li navçeya Pîran a Amedê çalakiya bombeyî hate lidarxistin. Tê ragihandin ku teqîn pir dijwar e û ji tevahî navçeyê tê bihîstin.

Hat ragihandin ku çalakî bi wesayîtekî bombebarkirî hatiye lidarxistin. Ji ber teqînê li herêmê elektirîk qut bûn.

Di heman demê de li ser Midûriyeta Emniyeta navçeya Pîranê jî çalakî hate lidarxistin. Hê niha jî şer berdewam dikin. Hat diyarkirin ku li hember wesayîteke ya teqwiyeyê jî çalakiyek hate lidarxistin.

Têkildarî kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatine bidestxistin. Ji ber şerê li herêmê nikarin birîndaran jî rakin nexweşxaneyê.