Li ser banga BDP’ê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi sedan kesî li parkan dest bi çalakiya birçîbûnê kir.
Piştî banga BDP’e ya ji bo du rojan çalakiya birçîbûnê ya girseyî, Cizîriyan li parkan dest bi çalakiya birçîbûnê kir.
Gelê Cizîrê mehfûrên rayêxistine erdê û beteniyên gel xwe anîne ji bo du rojan dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Li qadê alên PKK’ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên di zindanan de jiyana xwe ji dest dayîn hatin daliqandin.