Li Nisêbînê xanî tên şewitandin
Li Nisêbînê, ku berxwedana li dijî terora dewletê di roja 54. de ye, gelek xanî bi bomberdûmanê tên şewitandin. Şerê li navçeyê dewam dike.
Li Nisêbînê, ku berxwedana li dijî terora dewletê di roja 54. de ye, gelek xanî bi bomberdûmanê tên şewitandin. Şerê li navçeyê dewam dike.
Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, "qedexeya derketina derve" di roja 54. de ye. Li navçeya ku berxwedana li dijî terora dewleta Tirk bênavber dewam dike, duh bi şev taxên berxwedanê hatin bombekirin. Ji ber êrîşên giran ên bi obus û maşînên zirxî yên li hemberî taxên Abdulkadîrpaşa û Firatê hatin kirin, gelek xaniyên li kolana Kanaryayê şewitîn.
Li vê kolanê, ku heta niha bi dehan xanî lê hatin xerakirin, şewata duh bi şev ji ber bomberdûmanê li xaniyan derket, heta danê sibehê dewam kir.
Li ser bersiva endamên YPS/YPS Jinê şer derket û ev şer hînê dewam dike.