Li Nisêbînê teqînên li pey hev
Li Nisêbînê, di roja 51. a berxwedana xwerêveberiyê de bomberdûman bênavber dewam dike. Ji navçeyê dengê çek û teqînan tê.
Li Nisêbînê, di roja 51. a berxwedana xwerêveberiyê de bomberdûman bênavber dewam dike. Ji navçeyê dengê çek û teqînan tê.
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, di roja 51. a berxwedana xwerêveberiyê de bomberdûman bênavber dewam dike. Bi tankên ku li ser sînor û qada Newrozê hatine cih kirin ve navçe bê navber tê bomebkirin. Bi taybetî kolana Kaynar ya Taxa Abdullkadîrpaşa a ku nêzî nexweşxaneya kevn e, bi giranî tê bombekirin.
Ji ber bomberdûmanê, gelek mal şewitîn û hilweşiyan. Ji navçeyê dengê çekan û teqînan tê.