Li Nisêbînê şerên dijwar diqewimin

Li Nisêbîna ku berxwedana xwerêveberiyê dewam dike, li Taxên Dicle û Yenîşehîrê şerên dijwar diqewimin.

Li Nisêbîna ku berxwedana xwerêveberiyê dewam dike, li Taxên Dicle û Yenîşehîrê şerên dijwar diqewimin.

Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê berxwedana xwerêveberiyê dewam dike. Çeteyên Qesrê tevî çekên giran jî nikarin bikevin taxan, hemû rêbazên xwe yên şer ên bomberdûmanê li ser navçeyê didomînin. Li ser êrîşên çeteyên Qesrê yên li hember Taxên Dîcle û Yenîşehîrê hêzên YPS û YPS-JIN bersivên xurt didin. Ji taxên ku bi dijwarî tên topbarandin dûman bilind dibin.