Li Nisêbînê qedexeya derketina derve di roja 13. de ye

Li Nisêbînê ev 13 roj in derketina derve hatiye qedexekirin.

Li Nisêbînê ev 13 roj in derketina derve hatiye qedexekirin.

Li hemberî qedexeya derketina derve û êrîşên dewletê, gel li ber xwe dide. Hêzên dewletê jî bi çekên giran êrîşî gel dikin.

Ciwanê bi navê Sedat Gungor ê 22 salî, ku duh li ber mala xwe ya li Kolana Lîse ya Taxa Yenîşehîrê ji ber guleya ji maşîna zirxî hat teqandin birîndar bû, duh li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû.

Bi Sedat Gungor re hejmara welatiyên li Nisêbînê di nava 13 rojan de ji aliyê hêzên çekdar ên Tirk ve hatin qetilkirin bû 9.

Li aliyê din, li taxa Abdulkadîrpaşa, sivîlên bi navê Bakî Narman û Saît Kaplan ji aliyê tîmên taybet ve hatin binçavkirin. Lê belê ji ber ku tîmên taybet edliye kirine biryargeha xwe, agahî ji binçaviyan nayê wergirtin.

Li navçeyê êrîş û berxwedana gel a li hemberî êrîşan dewam dike.