Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê bi sedan kesên ku ji bo piştgiriyê bidin çalakiya birçîbûnê xwestin bi bi meşaleyan bimeşin. Polîsan êrîşî girseyê kir.
Bi sedan kesên ku ji bo piştgiriyê bidin greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger li kuçeya Şîrînê ya Nisêbîna Mêrdînê hatin cem hev. Girseya ku xwest bi meşaleyan bimeşin rastî êrîşa polîsan ya bi bombeyên gazê û ava şid hatin. Girseyê jî bi dar û keviran xwe parastin. Pevçûna di navbera girse û polîsan de destpê kir li nava kuçeyên Nisêbînê belav bû. Pevçûna li Nisêbînê didomin.