Li Nisêbînê ji bo mal û erseyan biryara îstimlaqkirinê!
Di serdana Serokê Odeya Esnafan Bîlge ya bi Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman de, Bîlge diyar kir ku Walî Yaman gotiye ku wê li qada sînor hin mal û cih jî bên îstimlaqkirin.
Di serdana Serokê Odeya Esnafan Bîlge ya bi Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman de, Bîlge diyar kir ku Walî Yaman gotiye ku wê li qada sînor hin mal û cih jî bên îstimlaqkirin.
Di serdana Serokê Odeya Esnafan Abdulganî Bîlge yê ji bo rakirina qedexeya li Nisêbînê ya bi Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman de hate gotin ku ji bo qedexe piştî cejnê bê rakirin lez dane xebatan. Bîlge diyar kir ku di hevdîtinê de Walî Yaman gotiye ku wê li qada sînor hin avahî û cih jî bên îstimlaqkirin.
Serokê Odeya Sanatkar û Esnafan a Nisêbînê Abdulganî Bîlge duh çû serdana Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman ê nû hatiye tayînkirin. Bîlge ji walî xwest ku li navçeyê qedexeya derketina kolanan a ku ji 14'ê Adarê heta niha berdewam dike bê rakirin.
Bîlgê di hevdîtinê de anî ziman ku ji ber qedexeyê gelê Nisêbînê û esnafan bi milyonan zirar kirine, Yaman jî gotiye ku ji bo rakirina qedexeyê lez bidin xebatan, lê beriya cejnê nebe jî wê roja sêyemîn an jî çaremîn a cejnê bê rakirin wê xebatên xwe bidomînin.
Bîlge ev agahî da: "Di hevdîtinê de bêhtir bidawîkirina operasyonan û vegera malan hate axaftin. Lê walî got ku heta ku li taxan lêgerîn bi dawî nebin nikarin rîskekî wisa bigirin. Piştî cejnê qedexe bê rakirin jî wê li taxên ku pevçûn qewimîne bêhtir baldar bin."
'MAL Û ERSEYÊN LI SÎNOR WÊ BÊN ÎSTİMLAQKIRIN'
Bîlge nivîsa Saygi Ozturk a di Sozcuyê de nivîsandiye ya navçe wê ji sînor 8 kîlometre bê dûrxistin jî nirxand.
Bîlde destnîşan kir ku walî ji wan re gotiye ku bi sînor avahiyên uk zirar dîtine an jî hin erse jî bên îstimlaqkirin, jixwe ekîbekî girêdayî Bajarvanî û Hawirdorê niha li navçeyê xebatan dike.
Bîlge diyar kir ku ji bo piştî operasyon bi dawî bû bûyerên diziyê çênebin tedbîr bên girtin wê bi hin rayedaran re hevdîtinan pêk bînin.