Li Nisêbînê derb li 5 maşînan hat xistin
Di çalakiyên li Nisêbînê te çeteyekî qesrê hat kuştin û derb li 5 maşînan hat xistin. Her wiha balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hat xistin.
Di çalakiyên li Nisêbînê te çeteyekî qesrê hat kuştin û derb li 5 maşînan hat xistin. Her wiha balafireke keşfê ya bi tîpa Drone hat xistin.
Kordînasyona Giştî ya YPS'ê li ser şer û çalakiyên li Nisêbînê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
"Roja 5'ê Gulanê, balafireke keşfê ya bi tîpa Drone li taxa Koçera ji aliyê yekîneyên me ve hat xistin. Her wiha di çalakiyeke li vê derê de polîsekî tîmên taybet hat kuştin. Li vê derê kepçeyek zirxî jî hedef hat girtin û derb lê hat xistin.
6'ê Gulanê li ser rêya Çaxçaxê, yekîneyên me maşîneke zirxî çalakiya sabotajê pêk anîn. Maşîna zirxî ya li vê derê derb xwar, neçar ma xwe vekişîne. Heman rojê saet di 14:00 de çeteyên qesrê dema li xaniyekî bi cih bûn, yekîneyên me çalakiyeke sabotajê pêk anîn. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ên ji ber vê teqînê nehat zelalkirin. Di sibeha heman rojê de jî di encama çalakiyeke din a yekîneyên me de derb li maşîneke zirxî hat xistin û vê maşînê xwe ji neçarî vekişand. Danê nîvro jî bi narincokan li hemberî 2 kepçeyan çalakî pêk hat. Her du kepçeyên derb xwarin neçar man xwe vekişînin. Kuştiyên çeteyên qesrê yên di van çalakiyan de nehatiye zelalkirin."