Li Nisêbînê bombekirin û hilweşîn didomin

Naçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku dorpêça çeteyan Qesrê didome hê tê bombekirin. Her wiha bi dehan malên li taxên Abdûlkadîrpaşa û Firatê jî ji aliyê çeteyên Qesrê hatin şewitandin.

Naçeya Nisêbîn a Mêrdînê ku dorpêça çeteyan Qesrê didome hê tê bombekirin. Her wiha bi dehan malên li taxên Abdûlkadîrpaşa û Firatê jî ji aliyê çeteyên Qesrê hatin şewitandin.

Dorpêç û êrîşên li dijî navçeya Nisêbîn a Mêrdînê tevî ku beriya hefteyan hêzên YPS’ê dabûn xuyakirin ku ji navçeyê vekişiyane û sivîlên li taxên hatin veguhestin jî, ranewestiyaye. Dîsa, li navçeya ku ‘qedexeya kolanan’ bi awayekî emelî didome, li gel beşek mezin a navçeyê jî heta niha hate hilweşandin, şewitandin jî hêzên dewletê nesekinîn. Hilweşîna taxan didomînin.

Bi dehan malên bi taybet li taxên Abdûlkadîrpaşa û Firatê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hatin şewitandin.