Li Nisêbînê 2 timên taybet hatin kuştin
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di şerê 3’ê Gulanê yê li Niêbînê de 2 timên taybet hatin kuştin.
Koordînasyona Giştî ya YPS’ê diyar kir ku di şerê 3’ê Gulanê yê li Niêbînê de 2 timên taybet hatin kuştin.
Li naveçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 3’ê Gulanê de di navbera hêzên YPS/YPS-JIN’ê û çeteyên AKP/Qesrê de şer derket. Di encama vî şerî de 2 timên taybet hatin kuştin.
Koordînasiyona Giştî ya YPS’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:
“3’yê Gulanê di saetên nîvroyê de li aliyê Weysîkayê şerên dijwar qewimîn. Di vî şerî de ji aliyê hêzên me ve 2 timên taybet hatin kuştin. Dîsa li ser rêya Çaxçax a li aliyê Weysîka şerên dijwar pêk hatin. Di vî şerê dijwar de çeteyên Qesrê yên ku derbên giran xwarin, neçar man ku vekişin.”