Li navenda bajarê Minbicê daxuyaniya çapemeniyê

Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanan, li ser rewşa dawî ya operasyonê, li Xaçerêya El Beta ya li başûrê navenda bajêr, daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê yek ji fermandarên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Ebû Emced ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla ya ji bo rizgarkirina Minbicê de berxwedana me ya mezin bi xurtî dewam dike. Xaçerêya El Kura û El Erdiyê û taxên li derdorê hatin rizgarkirin. Bi vî rengî zêdeyî ji sedî 90 ê navenda bajêr ji çeteyan hatiye paqijkirin. Ev yek jî tê wê wateyê, ku çete li cihekî gelekî biçûk man e.

Ji ber ku cih li çeteyên DAIŞ'ê teng bûye, sivîlên li herêmên di bin kontrola wan de ne, li bakurê welêt bi cih kirine û wan weke mertalên zindî bi kar tînin. Çete, sivîlên ku li gorî daxwaza wan tevnagerin qetil dikin. Weke Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, ji ber berpirsyariya xwe ya însanî, exlaqî û neteweyî, heta ku hemû sivîlên di destê çeteyan de bên rizgarkirin, em ê destûrê nedin ku çeteyekî bi tenê jî ji bajêr derkeve."