Li navçeyên Silêmaniyeyê çalakiyên boykotê dewam dikin

Li navçeyên Silêmaniyeyê çalakiyên boykotê yên mamosteyan dewam dikin.

Li navçeyên Silêmaniyeyê çalakiyên boykotê yên mamosteyan dewam dikin.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyeyê, mamoste ji ber ku nikarin heqdestên xwe yên 3 mehan werbigirin, li dijî krîza aboriyê çalakiyên xwe yên protestoyî didomînin.

Mamosteyên li ber Midûriyeta Perwerdeyê ya Navçeyê li hev civiyan, xwestin heqdestên wan ên 3 mehan bên dayîn.

PARLAMENTER QELADIZÊYÎ JÎ DESTEK DA MAMOSTEYAN

Endamê Komîsyona Lêkolîna Zanistî û Perwerdeyê ya Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Parlamenter Dr. Şivan Qeladizêyî jî destek da çalakiya îro. Qeladizêyî diyar kir ku daxwazên mamosteyan mafdar e û xwest, pirsgirêk tavilê were çareserkirin.

Li navçeya Çemçemalê, mamoste ev 10 roj in naçin dibistanan.

DERBENDÎXAN

Li navçeyeke din a Silêmaniyeyê li Derbendîxanê, mamosteyan di roja 16. de çalakiya xwe ya boykotê dewam kirin. Mamoste û karmendên li ber avahiya Qeymeqamtiya navçeyê civiyan, daxwaza mafên xwe kirin.

Di çalakiya li Derbendîxanê de, mîna her rojê îro jî şanoyeke kurt hat nîşandan. Mamosteyan bi lîstika şano ya bi navê "Kurdistan yek e, nabe parçe be" çalakiya xwe dewam kirin.

...