Li navçeya Melezgirt ya Mûşê ji ber sedema kayê di navbera kur maman de pevçûn derket û di encamê de 3 mirin, 2 jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, bûyer duh di demjimêrên şevê de li gundê Sêvo yê navçeya Melezgirta Mûşê rû da. Hat diyarkirin ku, di navbera Keyayê Gundê Yolgozler Nusret Demîr û kurê mamê wî Îbrahîm Demîr de li ser kayê nîqaşa bi gotinî destpê kir. Nîqaşa gotinî ya di navbera malbata Demîr de rû da vegerî pevçûnê. Di pevçûna çekdarî de ji malbata Demîr, hevjîna Nusret Demîr Kîbar Demîr, kurê wî Ferdî Demîr û birazayê wî Abdulbarî Demîr jiyana xwe ji dest dan. Îbrahîm Demîr û Ayvete Demîr jî ji gelek cihên bedena xwe birîndar bûn.
Yên jiyana xwe ji dest dan rakirin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Melezgirtê, birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeya Karaçobanê ya Erziromê. Hat diyarkirin ku dermankirina birîndaran didome.