Li Çiyayê Kozma yê li bajaroka Qizilxaçê ya Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Cerdevan jî tevlî operasyonê dibin.
Li herêmên Kavus, Çiyayê Zengok û Çiyayê Kozme yên li bajaroka Qizilxaçê yên di navbera Mûş û Pasurê de operasyona leşkerî hate destpêkirin. Hate gotin ku, bi helîkopteran cerdavanan ji navçeya Pasurê ya Amedê dibin herêma operasyonê û hate hînbûn ku cerdevanên herêma Qizilxaçê jî tevlî operasyonê dibin. Operasyona berdewam dike.