Piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya ku hişyariya mudaxeleya girtîgehan bikin da, niha amadekariyên mudaxeleyan tên kirin. Piştî li ser fermana Waliyê Amedê tedbîqat li Girtîgeha Amede pêk anîn û seranser qatekî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê vala kirin, niha jî li Mûşê 10 odeyên Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê vala kirin.
Çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK'ê ve ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mafê gelê Kurd yên demokratîk hatiye destpêkirin, 65 rojin didome. Li aliyê din piştî Serokwezîr Erdogan ferman da û diyar kir ku, ger pêwist be dê mudaxele bikin, amadekariyên mudaxeleyê tên kirin.
Piştî daxuyaniya Serokwezîr Erdogan ya ku hişyariya mudaxeleya girtîgehan bikin da, niha amadekariyên mudaxeleyan tên kirin. Piştî li ser fermana Waliyê Amedê tedbîqat li Girtîgeha Amede pêk anîn û seranser qatê 10'emîn ê Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Amedê vala kirin, niha jî li Mûşê 10 odeyên qatê 2'emin yê Nexweşxaneya Dewletê ya Wanê vala kirin. Li qata 5'emîn jî girtiyên dihatin dermankirin daxistin jêr.
Derbarê mijarê de rayedarên girtîgehê diyar kirin ku, heta destûrê ji wezaretê negirin nikarin daxuyaniyê bidin.