Li Mûşê şer: 6 leşker mirin, 2 leşker birîndar bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuayniyeke nivîskî ragihandin, li bejahiya Mûşê şer derketiye û di encamê de 6 leşker hatine kuştin, 2 jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla û operasyonên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Roja 4’ê Tebaxê saet di 13:00 de, hêzên me li hemberî panzerek di nava konvoya leşkerî ya ji qereqola Oremarê diçû qereqola Sînewa, çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encamê de derb li panzerê hat xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatiye zelalkirin.

2’ê Tebaxê saet di 23:00 de, komek ji hevalên me dema li bejahiya Mûşê bi erka xwe radibûn, li nêzî gundê Kijlakomê rastî leşkerên artêşa Tirk hat û şer derket. Di vî şerî de 6 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. 2 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd ketin. Artêşa TC piştî vî şerî li qada Karasû Mûratê dest bi operasyonê kirin. Her wiha li gundên Kasor, Horang û Gavanê jî leşkeran bi zorê li nava malan lêgerîn kirine. Leşkeran wekî din gule li wesayîteke sivîl reşandin û sivîlek birîndar kirin.

2’ê Tebaxê li herêma Apê Mûsa ya li navçeya Amed Licê, artêşa TC operasyon da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de artêşa Tirk obus û hawan avêt derdora gundên Cahît, Şelê, Şabek û quntarên Qilê Boa û Kuçuk Taşlikê. Ji ber bomberdûmanê şewat li herêmê derket. Operasyon hê dewam dike.

4’ê Tebaxê saet di 22:00 de hêzên me li hemberî xeta înternetê û stasyona bazê ya Vodafone ya li gundê Pfiyan ê navçeya Bedlîs Xîzanê çalakiya sabotajê kirin û di encamê de îmha kirin.

Hêzên me, roja 4’ê Tebaxê li hemberî girekî li nêzî gundê Penabut ê navçeya Qers Qaxizmanê ku artêşa TC lê bi cih bûbû, çalakiya sûîqestê kirin. Di encamê de leşkerek hat kuştin.”