NÛ BÛ

Li Minibicê 9 çete hatin kuştin

Li navenda bajarê Minbicê di şerê di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî û çeteyan de 9 çete hatin kuştin.

Operasyona  Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla bi hemû hêza xwe bi pêşve diçe. Şer niha li navenda bajar diqewime. Li vir jî şervan derbeyên giran li çeteyan didin.

Di vê çarçoveyê de, duh di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de, li eniyên rojhilat, rojava û başûr şerê  dijwar rû dan. Di encama şerê li van eniyan de 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. 4 ji wan di dema şikandina êrîşeke li ser Çerxerêya El-Beta ku duh hat rizgarkirin, hatin kuştin, 5 jî li eniyên cuda yên Minbicê hatin kuştin. Şervanan her wiha êrîşeke çeteyan a li ser Sûk El-Hal ku beriya du rojan rizgar kiribûn jî, şikandin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Taxên El Xesaniyê û El-Izîr û fitlanoka El-Şemsiye ji çeteyan paqij û azad kirin.
Fitlanoka El-Şemsiyê yak u 1km ji bajêr dûr e jî ji aliyê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hate kontrolkirin.

Şerê li navenda bajar didomin.