Li Minbicê piştî şerê dijwar 2 gundên din hatin rizgarkirin
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê du gundên din rizgar kirin û 15 çete kuştin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê du gundên din rizgar kirin û 15 çete kuştin.
Di çarçoveya pêngava duyemîn a Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, Şervanên Meclîsa Leşkerî herêmên din jî rizgar dikin.
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê şevê din li bakurê bajar piştî şerên dijwar ên bi çeteyan re ku bi qasî du saetan dom kir, Bêhnvedangeha (Cihê îstîrahetê) El-Sexîra û gundê Til Hozan rizgar kirin. Di encama vî şerî de 6 çete hatin kuştin, cenazeyên 5 ji wan ketin destê şervanan. Her wiha 5 rext, 5 klêş, 1 BKC û 10 bombeyên destan ketin destê şervanan.
Her wiha şervanan li milê başûrê bajar jî gundê El-Temix, ji çeteyan rizgar kirin. Di encama şerê li vir jî 9 çete hatin kuştin. Her wiha 4 klêş û 7 RBG ketin destê şervanan. Pêşketinana şervanan a li vê eniyê jî didome.
Bi rizgarkirina van gundan re hejmara gundên ku di pêngava duyemîn de hatine rizgarkirin gihişt 16 gundan.