BI DÎMEN

Li Minbicê gelek sivîl hatin rizgarkirin

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, gelek sivîl ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û veguhestin qadên ewle.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê pêngava rizgarkirina Minbicê ku 1’ê Hezîranê dan despêkirin, di roja 70. de didomîne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê wek gava yekemîn a rizgarkirina Minbicê, heta niha bi dehan gund û gundik rizgar kirin, navenda bajêr jî ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê gelek sivîl ji destê çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin û vediguhezînin qadên ewle. Duh û pêr, bi dehan sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê esîr girtî, rizgar kirin û veguhestin qadên ewle.

SIVÎLÊN HATIN RIZGARKIRIN: ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê EM KIRIN MERTAL

Minbiciyan diyar kirin ku çeteyên DAIŞ’ê yên hatine dorpêçkiirn hewl didin sivîlan dîl bigirin, bikevin nav sivîlan û winda bibin, ragihandin ku ji sala 2014’an ve ku herêm ket bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê, zext, zilm, talan, êşkence û qetlîam li gel hatine kirin.

Minbiciyan anîn ziman ku hê jî di dest çeteyên DAÎŞ’ê de sivîlên dîl hene, ji ber ew ji dest çeteyên hov rizgar kirine, spasiyên xwe ji bo şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê kirin.

ŞERVAN: EM Ê RIZGARKIRINA SIVÎLAN DIDOMÎNIN

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê destnîşan kir ku pir nêz e ku çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajêr bi temamî bên paqijkirin û serkeftin bi dest bikev, diyar kirin ku hê jî di dest çeteyên DAÎŞ’ê de sivîl hene û ji ber ewlehiya canê sivîlan jî bi baldarî tevdigerin.

Şervanên îfade kir ku wê tevahî sivîlên ku çeteyên DAÎŞ’ê dîl girtine û wek mertalên zindî bi kar tînin, rizgar bikin.

...