‘Li Minbicê em gelekî nêzî serkeftin û azadiyê ne’

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê diyar kirin ku êdî li dijî çeteyên DAÎŞ’ê gelekî nêzî serkeftinê bûne.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di çarçoveya pêngava rizgarkirina Minbicê de ku 1’ê Hezîrana 2016’an li dijî bajarê Minbicê yê ji sala 2014’an û vir di bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê de ye hate lidarxistin, ji sedî 90’ê bajêr ji çeteyên DAÎŞ’ê paqij kir û azad kir.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Qasim El Kuseyr û Îsmaîl Ebû Velîd îfade kirin ku her kêlî hê zêdetir nêzî serkeftin û azadiyê dibin.
Qasim El Kuseyr ragihand ku çember li çeteyan teng kirine, da xuyakirin ku çeteyên hatine dorpêçkirin hewl didin birevin, lê vê jî nikarin bikin. El Kuseyr destnîşan kir ku Minbic ji hêla erdnîgarî û stratejîk cihekî xwedî girîngî ye, anî ziman ku piştî Helebê yek ji bajarên herî mezin ên Sûriyeyê ne.

Qasim El Kuseyr got Minbic bajarekî mozaîk e ku ji gelek nîjad û olî kom lê dijîn, bal kişand ku ji ber pêvajoya şoreşa Sûriyeyê ji hêla hêzên herêmî û navdewletî hate dizîn, pêvajoyek kaotîk û şerî serwer bû jî sala 2014’an ket bin dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê.
El Kûseyr destnîşan kir ku çeteyên DAÎŞ’ê jî hewl dan ev bajarê mozaîk ji yek renk, yek baweriyê, yek nîjadî, yek mezhebî pêk bîne.

KÊM MAYE KU EM SERKEFTIN Û AZADIYÊ DIYARÎ GELÊ XWE BIKIN

Îsmaîl Ebû Velîd jî da xuyakirin ku li ser daxwaza zêde ya gelê Minbicê dest bi pêngava rizgarkirinê kirine, bi bîr xist ku ji sala 2014’an ku piştî DAÎŞ’ê Minbic dagir kir, zêdetirî 2 hezar mirov qetil kirin, bi hezaran jî di êşkenceyan re derbas kirine, destnîşan kir ku yek ji kesên ku êşkence dîtiye jî bi xwe ye.

Îsmaîl Ebû Velîd ragihand ku bi rizgarkirina Minbicê wê derbeyek giran li çete û piştevanên DAÎŞ’ê bixin, bal kişand ku ev rizgarkirin wê rê li guhertinên mezin ên siyasî û leşkerî veke.

Îsmaîl Ebû Velîd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku wek Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nêzî serkeftin û azadiyê bûne, îfade kir ku wê azadiya gelên Sûriyeyê diyarî bikin.

...