Li Minbicê Çargoşeya Ewlekariyê hat rizgarkirin
Şervanên Minbicê hemû taxên derdora Çerxerêya Ewlekariyê ya bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kir.
Şervanên Minbicê hemû taxên derdora Çerxerêya Ewlekariyê ya bajarê Minbicê ji çeteyan rizgar kir.
‘Operasyona Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla’ a rizgarkirina bajarê Minbicê û gundewarê wê, îro derbasî roja xwe ya 68’emîn bû. Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê piştî zêdetirî du mehan hemû tax û deverên derdora Çerxerêya Ewlekariyê ya bajarê Mibnicê ji çeteyan paqij kirin.
Nuqteya dawî ku şervanan rizgar kirin, Goristana Şêx Iqêl, firne û Taxa Şêx Iqêl e.