Li Minbicê bi dehan çete hatin kuştin

Li hin nuqteyên bajarê Minbicê di navbera şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û komên çete de şerê dijwar diqewime. Di şer de heta niha bi dehan çete hatine kuştin.

Li taxa Cûra û cihê sûka Şemiyê ên li rojhilatê bajêr di navbera şervanên Minbicê û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar qewimîn, di encam de bi dehan çete hatin kuştin, canazeyê çeteyekî ket destê şervanên Minbicê.

Her wiha şervanên Minbicê ber bi Qada Goga Zemînê, Taxa El-Tibe û Meydana Miştel ve diçin. Li wan nuqteyan ji vê sibehê ve bi dehan çeteyên DAÎŞ’ê hatin kuştin, cenazeyê 7 ji wan ket destê şervanên Minbicê.

Ji aliyê bakur ve jî şervanên Minbicê ber bi taxa El-Sereb ya li ser rêya Cerablûs bi pêş ve diçin. Li vir di navbera şervanan û çeteyan de şerê dijwar diqewimin.

Di çarkoşeya Ewlekariyê de jî mabeyna şervan û komên çete yên DIAŞ’ê de şerê dijwar rû didin.  Di heman demê de li kolana El-Qunbir, Post û sûka sergirtî jî şer giran e. Têkîldarî şerê li vir agahiyên berfireh nehatin girtin.