Li Minbicê 6 gundên din hatin rizgarkirin
Li çoltera başûrê Minbicê 6 gundên din hatin rizgarkirin, 6 çeteyên DAÎŞ’ê jî hatin kuştin.
Li çoltera başûrê Minbicê 6 gundên din hatin rizgarkirin, 6 çeteyên DAÎŞ’ê jî hatin kuştin.
Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebuy Leyla bi pêngava duyemîn berdewam dike. Li gorî agahiyan, şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li başûrê Minbicê gundên bi navê Tirkiye El-Kebîr, Tirkiye El-Sexîr, Cedîd, Hicêr El-Kebîr, Civya El-Maşî û Boşav ji çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin.
Di şer de 6 çete hatin kuştin. Her wiha 5 çekên qilêşê, topek hawanê ya 120 hatin desteserkirin.
Operasyona rizgarkirin û paqijkirina gundên herêmê didome.