Heyeta Baroya Şirnex, ÇHD, TTO û ÎHD'ê li Girtîgeha Tîpa M a Midyad û Şakranê girtiyên di çalakiya geva birçîbûnê de ziyaret kirin û têkildarî rewşa girtiyan de rapor amade kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku girtiyên siyasî ji ber gotinên "Rewşa wan baş e" û "dixwin" hefteyek kontrola doktoran qebûl nekirin.
Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'î di roja 62'yemîn de berdewam dike. Heyeta ji Baroya Şirnex, Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD ) pêk tê li Girtîgeha Tîpa M a Midyadê û Girtîgeha Şakranê bi girtiyên siyasî yên di çalakiya greva birçîbûnê de ziyaret kirin û rapor amade kirin. Di raporê de hate diyarkirin ku di hevdîtina di 10'ê mijdarê bi girtiyên di çalakiyê de hate kirin girtî ji ber gotinên hikûmetê yên "rewşa wan baş e" û "dixwin" şermezar bikin kontrolên doktoran qebûl nakin. Çalakiya di 12'ê îlonê de hate destpêkirin di 5'ê mijdarê de bi tevlîbûna hemû girtigehan çalakî didome. Di raporê de hate gotin ku girtiyên berê dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin ji ber rewşa, "Bêhaltî, xwînbûnê" nikarin derbikevin hevdîtinana parêzeran. Di raporê de hate destnîşankirin ku, girtiyên di çalakiya greva birçîbûnê de li hemberî dengê gelek heses bûne û ji ber vê yekê gardiyan dest bi hewildanên deng derxistinê dikin, ji ber kontrolên rêveberiyên girtîgehê nerehet in û vîtamînên B1 têrê didin an na tu agahiyên zelal nehatin bidest girtin.
Di raporê de têkildarî lêkolînên li girtîgehan hatin kirin de wiha hate gotin: "Di çarçoveya protokola Tokyoyê de ji bo mudaxeleya tibî qebûl nekin daxwazname dan rêveberiya girtîgehê û heta lihevhatinek pêk neyê mudexeleyekî tibî hem di çalakvanan de hem jî di civakê de dê bibe sedema nexweşiyên giran."