Li Mêrdînê projeya ’10 roj 10 gund’

Hunermendê Îranî Seywend Sedaîn xebatên xwe li gundan digerîne. Seywend, li Mêrdînê bi projeya “10 roj 10 gund” li gundan digere û belgesela projeya xwe dikşîne.

Li Mêrdînê di çarçoveya projeya “10 roj 10 gund” de li Nisêbînê xebat hatin pêşkêşkirin. Hunermendê Îranî peykerên xwe yên ku bi parçeyên hesin çêkirine, li gund û kolanên ku şer û qedexe lê hebûn pêşkêş dike, got; “Gel ji hunerê qut bûye, armanca me gihandina hunerê ye.” Her wiha wê belgesela vê gera ku wê 10 rojan bidome jî bê kişandin.

Seywand ê ji Mahabadê hatî ev 20 sal in li Bakurê Kurdistanê dijî. Seywan diyar kir ku esas huner jî li nav gel e , wiha dewam kir; Niha huner li cihên diyar tên pêşkêşkirin. An hunermend an jî arîstokrat diçin. Ez dibêjim divê huner yekser bigihêje gel. Eleqeya gel heye, bi taybet jî zarok. Em li Nisêbînê ne û niha Nisêbîn bajarekî birîndar e.”

Lîstikvanek belgeselê Rojîn Onen jî ku di rola jineke ku li bîranînê xwe digere dilîze, got dema biçin 10 gundên Mêrdînê wê li her gundekî peykerekî bike diyarî û got dixwazin kêm be jî vê atmosfera şer biguherin.