Li Mêrdînê operasyonên qirkirin siyasî hatin protestokirin: Wê têkoşîn raneweste!

Li Mêdînê di çalakiya ku pêşengtiya HDP’ê de hate lidarxistin, bin çavkirina hevserokên giştî û wekîlan, girtina wan hat protestokirin. Di çalakiyê de peymama ku wê têkoşîn qet nerawest hate dayîn.

Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê, li dijî operasyonên qirkirina siyasî ya li ser Hevserokên giştî û parlementeran, li pêşiya avahiya xwe daxuyaniyek da. Di çalakiyê de li gel rêxistinên HDP, DBP’ê yên Mêrdîn û endamên wê, ÎHD, MEYA-DER, Dayîkên Aştiyê, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Febrûniye Akyol Akay, Hevseroka Şaredairya Artûklû Sevînç Bozan û gelek kes beşdar bûn.

Li vir li ser navê girseyê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Alî Aslan daxuyanî da û wiha got: “ Ev gel her dêmê wê meşrû bimîne û di çarçoveya mafê xwe yê meşrû de bigihije serkeftinê. Bila her kes bizanibe, wê gelê Kurd her demê li dijî vê hişmendiya kor û şoven têkoşîna xwe ya bi maf a meşrû pêk bîne. Wê di nava zindan û binçavna de têkoşîn bê dewam kirin.”

‘JI JÎNA BÊ RÛMET RE NA!’

Aslan wiha anî ziman: “Hevalên me yên di bin çavan û girtî tenê ji ber ku jiyanekî azad û rûmet dixwazin û ji bo vê xebat didin meşandin. Di vî warî de em serbilind in. Di bin çavan û girtîgehê de be jî wê têkoşîna hevalên me dewam bikin. Wê ti carî radestî hişmediyan kor û şoven nebin. Hemû parlementerên me bên girtin û binçavkirin jî wê gelê me dev ji têkoşîna xwe ya bi rûmet bernedin. Ne hêza AKP’ê û ne jî hevalên wan ên xwedî heman hişmendiyê têrê nekin ku me ji têkoşîna me dibe paşvexistin. Zarokên vî gelî ti care jiyanekî bê rûmet qebûl nekirine; ji bo wê çi bê xwestin wê bikin pêwîst bike jî wê canê xwe jî bidin.”