Li navçeyên Dêrîka Çiyayê Mazî û Şemrexê ya Mêrdînê serê sibê operasyona leşkerî hate destpêkirin û operasyon bi berfirehî berdewam dike.
Hate ragihandin ku li navçeyên Dêrîk û Şemrexê yên Mêrdînê serê sibê operasyona leşkerî hate destpêkirin. Li gorî agahiyan li çoltarê gundê Belkevir ê Dêrîkê û gundên Mava û Xarokê yê Şemrexê operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Di operasyonê de yekîneyên taybet jî cih digirin. Operasyana bi tevlîbûna tîmên taybet hate destpêkirin bi berfirehî berdewam dike.