Li dijî lûleya petrolê ya di navçeya Mîdyata Mêrdînê de derbaz dibe, gêrîlayên HPG’ê çalakiyek ya sabotajê pêkanîn û di encamê de agirek mezin çêbû.
Li gorî agahiyan, li gorî demjimêra herêmî di demjimêr 22.30’an de di xeta lûleya petrolê ya di navbera bajarokên Gelînkaya û Sogutluyê de teqînek mezin rû da. Di encama teqînê de agirek mezin derket, hat diyarkirin ku pêta agir ji 50 kîlometreyî dûr tê dîtin.
Hat ragihandin ku, gelek îtfaye şandine herêmê, her wiha li gorî agahiyên hatine bigiştî sewqiyata di lûleya petrolê de hatiye rawestandin.