Gerîlayên HPG’ê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî lûleya xeta petrolê çalakiyeke sabûtajê li dar xistin. Li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî pevçûn heye. Herêma Garê ya di bin kontrola gerîlayan de jî hate bombebarankirin.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê der barê çalakiya sabûtajê ya gerîlayan li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê li dar xistin de ev agahî da:
“Di 16’ê Mijdarê de di saet 21.30’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê li dijî xeta lûleyan a petrolê ya ji herêma Erboyê derbas dibe ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama vê çalakiyê de di xeta lûleyan a petrolê de zirareke maddî çêbûye.”
LI ŞEMZÎNANÊ PEVÇÛN
HPG-NÇRê der barê pevçûna li navçeya Şemzînan a Colemêrgê de jî ev agahî da: “Di 17’ê Mijdarê de di danê sibê de li navçeya Şemzînana Colemergê li dijî herêma Govendê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di derbarê operasyona li hin cîhan de pevçûn qewimîne jî dema ji aliyê me ve hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.”
OPERASYONA LI MÊRDÎNÊ VEKIŞIYA
HPG-NÇRê got; “Di 16’ê Mijdarê de li Mêrdînê li dijî derdora Gundên Heciyan, Kewarêxê, Kêstê, Cinata Mezin û Kurikê Çeto yên di navbera navçeyên Nisêbîn û Mahsertêye ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Operasyona li herêmê di 17’ê Mijdarê de di danê nîvro bê encam paş de vekişiyaye.”
LI DIJÎ GARÊ ÊRÎŞA HEWAYÎ
HPG-NÇRê da zanîn ku herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê jî hatiye bombebarankirin û got: “Di 17’ê Mijdarê de di saet 22.00’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî herêma Kanî Kontra û Gundê Ergenê yên bi ser Garêne ji aliyê artêşa dagirker a tirk bi balefirên şer êrîşeke hewayî hatiye lidarxistin. Di encama bombebaranê de rez û zeviyên gundiyan zirar dîtiye.”