Li Mêrdînê çalakî gerîlayan, li Hatayê pevçûn

Li Mêrdînê çalakî gerîlayan, li Hatayê pevçûn

Li navçeya Îskenderûna Hatay di navbera gerîlayan û leşkerên Tirk de pevçûnek dijwar qewimî. Her wiha gerîlayên HPG’ê li navçeya Nisêbîna Mêrdînê jî gerîlayan çalakiyek bi bandor li dar xist.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG (HPG-NÇR) derbarê pevçûna li Îskenderûna Hatayê û çalakiya gerîlayan a li Mêrdînê de daxuyaniyek da.

HPG-NÇRê got; “Di 12’ê Mijdarê de li navçeya Îskenderun a Hatayê li dijî zozanên bajaroka Haymaçinar ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonêk hatiye lidarxistin. Di navbera saet 08.00-14.00’an de di navbera gerîlayên me û leşerên artêşa dagirkêr a tirk de pêvçunên dijwar qewimiye. Di encama vê pevçûnê hejmara leşkerên kuştî û birîndarên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin. Piştî vê pevçûnê rêhevaleke me ji yekîneya xwe qut bûye. Dema di derbarê aqûbekta rêhevalê me hate zelalkirin wê ji raya giştî re were ragihandin.”

HPG-NÇRê der barê çalakiya gerîlayan a li Mêrdînê de jî got; “Di 14’e Mijdarê de di seat 18.00’an de li navçeya Nisebîna Merdînê li dijî qereqola Xirabê Alî ya ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiya hemû baregeh bi awayeke bandor hatiye lêdan de hejmara kuştî û birîndarê leşkerên dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”