Li Meletiyê girseya ku xwest bi daxuyaniya çapemeniyê balê bikişînin ser çalakiya birçîbûnê ulkucuyên faşîst û polîsan êrîş kir ser girseyê.
Li Meletiyê di nav de BDP, ESP, EMEP û KESK jî heyî 150 kesan li Qada Soykan daxuyaniya çapemeniyê pêkanî. Piştî daxuyaniyê vegerîn avahiya BDP’ê ya bajar. Dema ketina avahiyê de destpêkê ulkucuyên faşîst xwest êrîşî BDP’iyan bikin, piştre polîsan bombeya gazê avêtin avahiyê. Di êrîşê de 3 kes birîndar bûn, kesek jî ji ber derbeyên xwarîn rakirin nexweşxaneyê.
Ulkucuyên faşîst li pişt çembera polîsan slogana di avêjin, girse jî di avahiya BDP’ê ya navçeyê de asê mane.