Li Mazgêrdê şer û ‘qedexeya derketina kolanan’
Li 15 gundên navçeya Mazgêrd a Dersîmê ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin. Şerê li bejahiya navçeyê jî didome.
Li 15 gundên navçeya Mazgêrd a Dersîmê ‘qedexeya derketina derve’ hate îlankirin. Şerê li bejahiya navçeyê jî didome.
Li 15 gund û taxên bi ser navçeya Mazgêrd a Dersîmê di çarçoveya operasyonên leşkerî de heta emrekî duyemîn qedexeya derketina kolanan hate îlankirin. Di malpera înternetê ya Walîtiya Dersîmê de hate gotin ku di çarçoveya Qanûna Îdareya Bajaran a 5442'yan de li gund û taxên Alhan, Cefan, Konacik, Seyîtler, Babîl, Aktarla, Koyunuşagi, Dayilar, Îbîmahmut, Dervîşler, Akpinar, Geçîtveren, Sarikoç, Yeldegen û Gûleçê qedexeya derketina kolanan hatiye îlankirin.
ŞER DEWAM DIKE
Li milê din, şerê li gundewarên Xiran û Mîlan ên girêdayî navçeyê jî didomin.