Ji kesên di serdagirtina 10 gundên girêdayî navçeya Mahsertê ya Mêrdînê hatin binçavkirin 5 kesên din hatin girtin û bi vê yekê li navçeyê hejmara kesên hatin girtin gihişt 39 kesan.
Hate zanîn ku piştî 3 roj berê li gundên Metînan, Yestî, Kevarih, Xanîsora, Kudî, Xirbê Belek, Kurê Metînan, Xirbê Şêxmahmut, Kermît û Xirbê Kermît de 21 kes binçavkirin ên navçeya Mahsertê ya Mêrdînê 21 kes hatin binçavkirin, 2 kesên din jî hatin binçavkirin. Bi vê yekê hejmara kesên hatin binçavkirin deket 23 kesan û jê 15 kes duh sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji wan 13 kes serbest hatin berdan 2 kes hatin girtin. Îro jî Şerîf Ersoy, Beşîr Kaya, Veysî Çelîk, Cemal Dag, Ahmet Budak, Mehmet Turan, Selahattîn Koluman û Rahîm Yaşar sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê ji 8 kesan 3 kes serbest hatin berdan û Şerîf Ersoy, Beşîr Kaya, Veysî Çelîk, Cemal Dag û Ahmet Budak jî bi îdîayaên "Alîkariya rêxistinê kirin" û "endamên rêxistinê ne" hatin girtin.
HEJMAR GIHÎŞT 39’AN
Li navçeya Mahsertê heta niha 72 kes hatin binçavkirin û 34 kes hatin gitin. Hate îdîakirin ku îtîrafkarê bi navê Şemdîn Akin (Serxwebûn) ê ku 5 meh berê lil Çiyayê Bagokê hat teslîmbû ji Girtîgehan Tîpa E ya Mêrdînê derxistin û birin operasyonê û li gunda digerînin. Bi girtinên dawî hejmara kesên hatin girtin gihişt 39 kesan.