Li navçeya Mahsertê ya Mêrdînê ji 21 kesên di serdegirtina 10 gundan de hatin binçavkirin 2 jê hatin girtin.
4 roj berê li navçeya Mahsertê yekîneyên polîs, leşker û tîmên taybet hemwext bi ser 10 gundan degirtin û 21 welatî binçavkiribûn. Leşker û polîsan di serdegitina gundên Metînan, Yestî, Kevarih, Xanîsora, Kudî, Xirbê Belek, Kurê Metînan, Xirbê Şêxmahmut, Kermît û Xirbê Kermît de 21 kes binçavkirin. Ji 21 kesan 15 kes sewqî dozgeriyê kirin. Welatiyên bi navê Îsmail Alkiş, Ramazan Daş, Yaşar Daş, Bahattin Kokel, Mehmet Yildiz, Ahmet Yildiz, Delale Demir, Kadriye Salman, Halime Demir, Şeyhmus Okmen, A.Halim Dogan, Hasan Kavak, Metiye Arslan, Ramazan Turan û Alî Oncel, Omerlî li Dozgeriyê Komarê îfade dan. Dozgeriyê der barê 15 kesan de bi daxwaza girtinê sewqî Dadgehê kir. Dadgeha Sulh Ceza ya Mahsertê jî ji 15 kesan 13 kes serbest berdan û der barê rêveberê BDP'ê yên Mahsertê Methiye Aslan û mamosteyê gundê Xirbê Şêxmahmut Ramazan Tura de bi îdîaya "Alikarî daye rêxistinê" û "Endamê rêxistinê ne" biryara girtinê da.
Li aliyê din piştî pirsiyariya 6 kesên din jî bi dawî bû sewqî dozgeriyê hatin kirin.
Li navçeya Mahsertê di dema dawî de 70 kes hatin binçavkirin û heta niha 34 welatî hatin girtin. Hate diyarkirin ku 5 neh berê kesê bi navê Şemdin Akin (Serxwebûn) li Çiyayê Bagokê reviya ye û piştî li Girtîgha Tîpa E ya Mêrdînê hate girtin welatî îxbar kirin.