Li Amedê li ser kîlomtreya 17’emîn ya rêya di navbera Licê û gundê wê Sîsê de di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de teqînek pêk hat.
Nehat zanîn di teqînê de kuştî an jî birîndar hene an na, leşkerên hatin cihê bûyerê herêmê dan ban ber guleyan. Hat diyarkirin ku ji herêmê dengê çekan tê û rê li trafîkê hatiye girtin. Pevçûna li herêmê berdewam dike.