Li Licê şehîdgeha ku leşkeran xera kir ji nû ve tê avakirin

Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a ku li gundê Sîsê ji aliyê leşkeran ve bi bombebaranê hat xerakirin ji nû ve tê avakirin.

Şehîdgeha Şehîd Amed û Şehîd Hêvîdar a ku li gundê Sîsê ji aliyê leşkeran ve bi bombebaranê hat xerakirin ji nû ve tê avakirin. Endama Meclîsa Jinên Ciwan ên Azad Zozan Cîn diyar kir ku hemû cihên pîroz ên Kurdistanê di bin êrîşan de ne û wiha got: "Êrîşên li hemberî şehîdgehan jî vê yekê piştrast dikin."

Şaxa MEYA DER'ê ya Amedê, Komaleya Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê (DUO-DER) DEM-GENÇ, ciwanên DBP û HDP’ê, Konseya Bajêr a Amedê ji bo ji nû ve avakirina Şehîdgeha Şehîd Amed û şehîd Hêvîdar a li gundê Sîsê daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Edîp Berk jî tevlî daxuyaniyê bûn. Li ser navê komê Seroka Meclîsa Jinên Ciwan ên Azad Zozan Cîn daxuyanî xwend. Cîn da zanîn ku li hemberî êrîş û komkujiyên hikûmeta AKP’ê gelê Kurd ber xwe da û ji ber vê berxwedanê hikûmeta AKP’ê berê xwe daye goristanên zarokên Kurdan. Cîn anî ziman ku li Gever, Dersim, Gimgim, Bagok û Licê êrîş li goristanan kirin û wiha got: “Ew êrîşên ku pêk hatine bi giştî bi ser gelê Kurd hatine kirin. Li Kurdistanê cihên pîroz di bin êrîşan de ne. Êrîşên li hemberî şehîdgehan jî vê yekê piştrast dikin."

Cîn bilêv kir ku êrîşên ku li hemberî şehîdgehan pêk tên hewldanên dewletê yên dawî ne û wiha axivî: “Êrîşên ku pêk hatin bi giştî di exlaqê ti gelan de tineye. Di serî de em bang li jinan û hemû gelê xwe dikin ku li nirxê xwe xwedî derkevin. Gelê me di rola ji nûve avakirina şehîdgehan de cih bigirin."

‘LI HEMBERÎ HELWESTA DEWLETÊ EM Ê ŞEHÎDGEHAN JI NÛ VE AVA BIKIN’

Hevseroka MEYA DER'ê ya Amedê Ayşe Dîcle bang li hemû kesan kir ku xwedî li şehîdgehan derkevin û wiha got: “Divê hemû gelê me tevlî xebatên ji nû ve avakirina şehîdgehê bibin. Em ti caran li hemberî êrîşan serê xwe natewînin."