Operasyona ku duh li bejahiyên navçeya Lîceya Amedê destpêkiri bû, di demjimêrên dereng yên şevê de paşve vegerî, hat hînbûn ku li gundê Cinezûrê leşkeran di ser malan de girtiye.
Hat hînbûn ku, operasyona ku duh li bejahiya gundên Dêrxust û Cinezûrê yên navçeya Lîcê destpêkiri bû, di demjimêrên dereng yên şevê de paşvekişiya. Operasyona ku yekîneyên taybet jî tevlî bibûn, gundê Cinezûrê dorpêç kirin û di ser malekê de girtin. Abdullahê ku paşnavê wî nehate zanîn, hem wext di ser mala wî ya li gundê Cinezûrê û ya li navend Lîceyê de girtin. Hat ragihandin ku, kesê ku leşkeran di ser mala wî de girtî, bi îdîaya ku kurê wî yê di nava HPG’ê de di şerê li bejahiya Şenyayla ya Mûşê de birîndar bûye û anîye mala xwe, serdegirtin pêkhatiye. Leşkerên ku di lêgerîna gund de tiştek bi dest nexistin, hat diyarkirin ku piştî çend pirs ji kesê bi navê Abdullah kirin ji gund veqetiyan.