Li Licê operasyon
Duh li 13 gundên Licê qedexeya derketina derve hatibû îlankirin, piştî qedexe hat rakirin vê carê oerasyoneke berfireh hat destpêkirin. Herêma Barav a ku leşker ji helîkopteran hatin danîn.

Duh li 13 taxên navçeya Licê ya Amedê ji hêla Waliyê Amedê ve derketina derve hatibû qedexekirin û herêm hatibû bombekirin. Herêmên ku qedexeyên wan di saetên serê sibehê de hatin rakirin, vê carê operasyona leşkerî hat destpêkirin. Şêniyên taxan ên ku di êrîşa leşkeran de bax û baxçeyên wan hatin şewitandin, malên wan ji hêla leşkeran ve hatin gulebarankirin. Hat diyarkirin li Taxa Baravê bi sedan leşker hatine bicihkirin û li herêmê operasyoneke berfireh didome.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatine girtin, leşkerên li Taxa Hemzê bi pêş de diçin, li vê herêmê maşînek dan ber guleyan, lê der barê kuştî û birîndaran de ti agahî nehatin bidestxistin.
Qedexeya ku îro hat rakirin, li herêmê tevgera leşkeran didome û hat gotin li herêmê kemîn ji hêla leşkeran ve tên danîn, gelê herêmê bi fikar in.
Mahfûz Çelîk ku Şêniyê gundê Mergê yê ku cîranê Taxa Hamzabey a ku mal û wesayît hatin gulebarandin e, ragihand ku dema li zêviyên xwe kolan dikir bombekirinê destpê kir. Çelîk dema bombekirina eraziya li pişt gund a li pişt gund, wiha vegot: “Di carekê de li gund tevlîhevî çêbû. Zarokên hinan li eraziyê bûn. Hin ji bo çêrandina sewalên xwe derketibûn eraziyê. Qêrînan destpê kir. Me nikarîbû sewalên xwe ji zeviyan bikşînin. Çend zarokên me bi bandora bombekirinê nikarin baxivin.”
Çelîk diyar kir ku tevahiya rojê li ser zeviyan, li ber sewalan bûn û nizanîbûn wê bombekirin kengî destpê bike, wiha nerazîbûn nîşan da: “Em diçin Amedê, bombekirin û xwîn heye. Em tên gund, dîsa heman tişt. Ferman li ser me dane.”