Li Lîcê leşkerek hat kuştin

Li Lîcê leşkerek hat kuştin

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê ragihand ku gerîlayan di 15’ê gulanê de li navçeya Licê ya Amedê çalakiyek li dar xist û di encamê de leşkerek Tirk mir.

Navenda Çapemenî-Ragihandin a HPG'ê der barê çalakiyê de ev agahî da, “Di 15'ê Gulanê de di salet 19.15'an de li naçveya Lîceya Amedê li dijî Qereqola Korxê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama çalakiyê de leşkerek ji aliyê gerîlayê me ve hatiye kuştin, gerîlayê me jî bê ku wendahiyekê bidin ji herêmê dûr ketine.”