Li Licê bomberdûman
Bejahiya Licê duh tevahiya rojê hat bombekirin. Li hemberî vê yekê mertalên zindî berê xwe dan herêmê. Hat ragihandin, li gundê Hamzabeyê ji ber bomberdûmanê hin xanî xera bûne.
Bejahiya Licê duh tevahiya rojê hat bombekirin. Li hemberî vê yekê mertalên zindî berê xwe dan herêmê. Hat ragihandin, li gundê Hamzabeyê ji ber bomberdûmanê hin xanî xera bûne.
Piştî ku Walîtiya Tirk a li Amedê li 13 gundên Licê derketina derve "qedexe" kir, balafirên şer ên dewleta Tirk herêm bomberdûman kirin. Bomberdûmana ku ji aliyê gelek balafiran ve hat kirin, saet di 10:00 de destpê kir û 3 saetan dewam kir. Piştî vê bomberdûmanê ji navenda Amedê û navçeyên derdorê, gelek leşker sewqî herêmê hatin kirin.
Li herêmê, helîkopter jî di nava tevgerê de ne. Hat ragihandin, li gundê Hamzabeyê hin xanî ji ber bomberdûmanê hilweşiyan e. Ji bo pêşî li kuştinan bigirin, gelek mertalên zindî ji Licê û navçeyên derdorê berê xwe dan herêmê. Mertalên zindî heta danê êvarê li herêmê man û piştre vegeriyan. Li gorî agahiyan, heta derengiya şevê liv û tevgera leşkerî ya li vê herêmê dewam kiriye.
Li gundên Dizdeynî, Xosor, Buyuçag, Şaxur, Karıncax, Seyrek, Yeşilburç, Konuklu, Mizak, Zengesor, Heşeder, Hendif û Baravê "qedexeya derketina derve" dewam dike.