'Li Kurdistanê bêyî PKK'ê siyaset nikare bê meşandin'
Endamên Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, Edûlê Farqîn û Erdal Çiyayî, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bandora PKK'ê ya li nava civaka Kurd nirxandin.
Endamên Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, Edûlê Farqîn û Erdal Çiyayî, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bandora PKK'ê ya li nava civaka Kurd nirxandin.
Endamên Komîteya TEV-ÇAND'ê Delîl Dilpêt, Edûlê Farqîn û Erdal Çiyayî, bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, bandora PKK'ê ya li nava civaka Kurd nirxandin. Endamên komîteyê destnîşan kirin, ku PKK a gelê Kurd gihand rastî û cewhera xwe, yekane tevgere ku gel ber bi azadiyê ve dibe.
HEQÎQETA GELÊ KURD BI PKK'Ê RE DERKET SER RÛYÊ ERDÊ
DELÎL DILPAK: Em dikevin salvegera 38. a têkoşînê. Salvegera damezrandina têkoşînê, di destpêkê de li afirînerê vê rojê Rêber Apo pîroz dikim. Ev roj li gelê Kurd, gelê aştîxwaz û demokrat pîroz be. PKK'ê bi rastî jî di nava van 37 salên dawî têkoşîneke bêhempa meşand. Kesî bawer nedikir ku PKK di vê astê de têkoşînekê bimeşînin. Siyaseta li hemberî gelê Kurd di asteke welê de dihat meşandin, ku behsa qirkirina çandî, behsa qirkirina reş dihat kirin. Yanî dihat gotin, ku 'gelê Kurd nemaye, gelê Kurd ji holê rabûye û hatiye definkirin, ser jî hatiye betonkirin'. Rêber Apo dema dest bi têkoşîna ji nû ve avakirina Kurdistanê kir, rewşa gelê Kurd di vê astê de bû. Reva ji xwe, reva ji rastiya xwe, reva ji heqîqeta xwe, xwedîderneketina li xwe, jiyana ji bo kes, dewletên dagirker, taybetmendiya gelê Kurd bû. Lewma ji salên 1970'ê û pê ve dewletên dagirker digotin ku siyaseta wan a li hemberî gelê Kurd bi cih hatiye. Lê belê Rêber Apo bi tevger, pêşengî û rêbertiya xwe, ew siyaseta dihat meşandin pûç kir.
Di nava van 37 salên dawî de bi rastî jî gelekî azadîxwaz, gelekî berxwedêr ava kir. Derketina ji malê, tevlîbûna li nava refên têkoşînê û ji bo têkoşînê dayîna her şêwe berdêlan, vê rastiya di nava gelê Kurd de derketiye holê nîşanî me dide. Siyaseta li hemberî gelê Kurd hat meşandin, ne tenê qirkirina civakê bû. Di heman demê de ji her alî ve tinekirin hatibû kirin. Rêber Apo di parêznameya xwe de ev yek wekî, "Di bin lepê qirkirinê de çanda Kurd" bi nav kir. PKK li ser bingeha parastina çanda Kurd a di nava lepên qirkirinê de bû hat meşandin. Di roja îro de jî em dikarin bêjin ku bi awayekî serketî ev têkoşîna bêhempa tê meşandin.
Bêguman li Rojhilata Navîn, bêyî ku PKK bê dîtin siyaset meşandin ne mumkun e. Li Kurdistanê jî bêyî PKK'ê meşandina siyasetê nepêkan e. Berê jî gelek kesan digotin ku ew li ser navê gelê Kurd tevdigerin, lê belê di encamê de nikarîbûn gavekê jî biavêjin. Ji ber ku rastiya gelê Kurd ji aliyê çand û dîrokê ve nenirxandibûn. Lewma nikarîbûn wan gavan biavêjin. PKK'ê di destpêkê de dema dest bi têkoşînê kir, Rêber Apo di serî de dîroka Kurdistanê nirxand. Di encamê de heqîqeta gelê Kurd bi rêya PKK'ê careke din derket ser rûyê erdê. Yên digotin, me ew veşartin, me ser wan beton kirin, bi têkoşîna PKK'ê re ji holê hat rakirin.
Di encama 37 salên bihurî de mirov dikarin bêjin ku PKK'ê gelek têkoşîn ava kir. Yanî siyaseta li ser civakê dihat meşandin ji holê rakir, siyaset li ser jin û mêr dihat meşandin ji holê rakir, Kurdê azad ava kir, Kurdê ji bo xwe têdikoşe û serî hil dide ava kir. Di roja îro de dewletên dagirker bi kîjan hêzê bi ser gelê Kurd de biçin jî nikarin encamekê bi dest bixin. Ji ber ku ew ruhê berxwedêr hat avakirin. Ji ber ku ew wekhevî hat avakirin. Cudahiya navbera civakê, cudahiya navbera jin û mêr ji holê hat rakirin. Mirov di roja îro de dikarin bêjin ku jinên Kurd bi pêşengiya Rêber Apo re pêşengiyê ji tevahiya jinên cîhanê re dikin. Pêşengiyê ji têkoşîna azadîxwaz re dikin. Vana mînakên girîng ên têkoşîna PKK'ê ne.
Bêguman encamên di 37 salan bi dest hatin xistin, ne bi hêsanî bûn. Bi rastî jî bi kedeke pir girîng, bi têkoşîneke bêhempa, bi dayîna gelek nirxan ev encam hat bidestxistin. Gelek şehîdên me çêbûn. Bi têkoşîna fedaiyane ya bi hezaran şehîdên me re ev encam hat bidestxistin. Lewma xwedîderketin û bilindkirina vê têkoşînê di destpê me de ye û weke wezîfeyekê li pêşiya me ye.
Ev 17 sal in Rêber Apo di destê dewleta dagirker de dîl hatiye girtin. Ji bo ku ev pirsgirêk bi rêya diyalog, bi rêya demokrasiyê, bi rêya muzakereyê ev pirsgirêk were çareserkirin Rêber Apo her gav avêt. Tevî vê yekê jî dewleta dagirker a Tirk ji bo çareserkirina pirsgirêkê hînê gavan navêje. Hînê jî tinekirinê weke siyasetekê dide ber xwe û didomîne. Hînê tecrîda herî giran li ser Rêber Apo tê meşandin. Vana ne tiştên ku PKK qebû bike.
Sala 38'an wê weke fînala têkoşîna gelê Kurd a li hemberî hikûmeta AKP'ê û Serokkomarê dîktator Erdogan wê bê meşandin. Ev salveger jî wê bi vê wesîleyê bibe sedema meşandina têkoşîneke xurt. Ev teqez bi vî rengî ye. Sala 38. wê ji bo serketina gelê Kurd bibe saleke nû, bibe saleke têkoşînê, saleke xwe ji nû ve avakirin. Ji bo neteweya demokratîk, ji bo xweseriya demokratîk ev gav bêguman wê werin avêtin. Rêber Apo wê pêşengiya vê her tim bike. Û gelê Kurd jî wê azadbûna xwe bi azadbûna Rêber Apo ve girê bide.
PKK BÛ NAVÊ XWERÊVEBIRINÊ
EDÛLÊ FARQÎN: Berxwedana bi guleya hevalê Egîd destpê kir, niha li Farqînê, Cizîrê, Nisêbîn, Hezex û li her aliyên Kurdistanê berdewam dike. Pêwîste berxwedan bigihêje asta herî jor. Ji ber ku ez bi xwe ji Farqînê me, dixwazim piçekî qala wê derê bikim. Girîng e em bi berxwedaneke pir mezin bersivê bidin êrîşên tên kirin. Ji ber dewlemendiya erdnîgariya welat, êrîşek gelekî zexm tê kirin. Farqîn ji aliyê çandiniyê ve, hem jî ji her awayî cihekî gelekî dewlemend e. Ji ber vê yekê gelê Farqînê xweparastin îlan kirin. Xweparastin çiye? Bi her awayî karê xwe xwe bi xwe kirin e. Xwe bi xwe bûyîn e xweparastin. Komîna xwe ava kir. Komîn çi ye? Çawa ku rêxistina me ti carî muhtacî dewletên din nebû, girîng e gelê me jî komîna xwe ava bike û xwerêvebirinê pêk bîne. Çand û erdnîgariya me derfetê dide vê yekê. Dikare xwe bi rê ve bibe. Şehîdên me çê bûn, ev cihê xemgîniyê ye. Di heman demê de işareta berxwedanê ye. Bi vê berxwedanê re em dikarin asta xwe derxînin herî jor. Li ser vê esasê, berxwedana gelê Farqînê, ku niha li Nisêbînê dewam dike, li Hezexê berdewam dike, beriya wê li Cizîrê hebû, ez van berxwedanan silav dikim. Li ser vê esasê 27'ê Mijdarê li Serok Apo, li hevalên me yên şehîd, li gelê me yê li ber xwe dide, li hevalên li serê çiyan û li zîndana li ber xwe didin, pîroz dikim. Bi coş û morala 27'ê Mijdarê em ê di destpêkê de Serok azad bikin, piştre jî em ê bi xwe tevî Serokê xwe li welatekî azad bijîn.
RASTIYA GELÊ BERXWEDÊR
ERDAL ÇIYAYÎ: Bingeha avabûna partiyê, li ser esasê îdeolojî û zanistekê çêbû. Ev bingeh jî ji fikir û ramanê Serok Apo tê. Di encama têkoşîna 38-40 salan de em dibînin ku tevgereke gelekî xurt li gelemperiya cîhanê xwe nîşan dide. Şoreşa Rojava bi taybetî jî berxwedana Kobanê, vîn û hêza xurt a vê têkoşînê derxist holê. Vê berxwedanê bandor li Bakurê Kurdistanê, bi taybetî Farqîn, Cizîra Botan, Şirnex, Gever û derdoran wan jî kir. Ev pêşketin û pêngavên roja îro, bingeha xwe ji zanistiya sala 1978'an, dema avabûna partiyê digire. Li her çar parçeyên Kurdistanê êdî haya gel ji siyaseta qirêj a dijmin de ye. Lewma li her çar parçeyên Kurdistanê, polîtîkaya li ser gelê Kurd tê meşandin nayê qebûlkirin, weke polîtîkayeke qirêj tê dîtin. Niha li dij derdikeve.
Çûyîna gerîla weke hêzeke parastinê ji bo Başûrê Kurdistanê, encameke ji wan salên derbasbûyî ye. Êdî tevahiya cîhanê me weke hêzeke xurt dibîne, me weke hêzeke çareseriyê ji bo cîhanê û Rojhilata Navîn dibîne.
Ji bo ji niha û pê ve divê tevgera me hîn bêhtir were xurtkirin, berpirsyariyên xwe bi awayekî serketî bidin meşandin. Ev salên dawî êdî ber bi azadiya gelê Kurd û Kurdistanê ve diçin. Ji niha ve ev yek diyar e, êdî gel xwe bi xwe bi rê ve dibe. Ji xwe xwerêvebirinê civak her karî dike, şehadet jî çêdibe. Hişmendiyek, rêxistinbûyînek bi pêş ketiye. Ev rêxistinbûyîn wê di nava civaka me ya Kurd de her tim dewam bike.