Li Kopê operasyona leşkerî

Li Kopê operasyona leşkerî

Li bejahiya navçeyên Kop û Gimgimê yên Mûşê operasyona leşkerî hate destpêkirin.

Îro di demjimêrên sibehê de li bejahiya navçeya Kopa Mûşê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyon hate destpêkirin. Hate ragihandin ku, li bejahiya gundên Niftik, Akrak, Êlîkuleka yên nêzî çiyayê Kolîbaba û gundên Zoro û Kaniya mara yên ser bi navçeya Gimgimê bi tevlîbûna hêjmarek zêde leşkeran operasyon hatiye destpêkirin.