Li Kobanê hin gund û girên stratejîk hatin rizgarkirin

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de 6 gund û hin girên stratîjîk ji terorîstên DAIŞ’ê paqij kirin.

Hêzên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê de 6 gund û hin girên stratîjîk ji terorîstên DAIŞ’ê paqij kirin.

Li gorî nûçeya ANHA, di çarçoveya pêngava azadkirina Kantona Kobanê ji terorîstên DAIŞ’ê de di 24 saetên dawî de şervanên YPG’ê rêzeçalakî lidar xistin û di encamê de gelek dever hatin rizgarkirin.

Li eniya rojavaya şervanên YPG’ê gundê Geteş, Berkel Keçelo û girê Zagiros ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin.

Li eniya başûrûrojavayê Kantonê jî şervanên YPG’ê gundê Piling û Şemê rizgar kirin. Li eniya Rojava jî gundê Xirûs ji çeteyên DAIŞ’ê hate rizgar kirin.

Li eniya Rojhilat jî şervanên YPG’ê gundê Kurikê ji çeteyan rizgar kirin. Her wiha şervanên YPG’ê hin girên stratîjîk li derdora kargeha çîmento û 2 kargehên keviran li başûrûrojhilatê Kantonê ji çeteyan paqij kirin. Şer û pevçûn li vê herêmê dewam dikin.

Şervanên YPG’ê li ser reya gundê Axbaş û Xanê yên rojhilatê Kantonê çalakiyek lidar xistin, di encamê de wesayîteke çeteyên DAIŞ’ê hate rûxandin, hejmara kuştiyan wan ne diyar in.